Sevim Hatun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ANKARA
Di operasyonên ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di navbera 26ê adar-2yê nîsanê hatin birêvebirin de, 61 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ku Wezareta Karên Navxweyî belav kir, di hefteya dawîn de, bi beşdariya yekeyên Herekata Taybet ên Cendirmeyê, Herekata Taybet a Polês û yekeyên Cendirmeyên Komando ve hezar û 385 operasyon hatin kirin.
Di çarçoveya operasyonan de 206 kes bi îdiaya alîkarî û piştevaniya rêxistina terorî kirine, 19 kes bi îdiaya peywendiya wan bi DEAŞa rêxistina terorî re heye, 853 kes di çarçoveya lêpirsîna li dijî FETO/PDYê de, 13 gumanbar jî ji ber îdiaya têkiliya wan bi rêxistinên çepgir ên terorî heye hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî de 4 hezar û 845 kes ji ber sûcên wekî rêxistinên terorî, koça dereqanûnî, bazirganiya hişbir û qaçaxçîtiyê hatin girtin.
Di operasyonên li welêt de 40 jê kuştî 10 jê sax 11 jî teslîmbûyî bi tevahî 61 terorîst hatin berterefkirin.
Di çarçoveya operasyonên li Diyarbekir, Batman, Hekarî, Sêrt, Adiyaman, Mêrdîn, Tûncelî, Osmaniye û Bîngolê hatin birêvebirin de 28 stargeh, şikeft tevî teqemniyên destî û mayînên li herêmê bi cî kirin ve hatin jinavbirin.