10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hefteya borî di operasyonên hêzên ewlekariyê da 47 terorîst hatin kuştin, 7 terorîst sax hatin girtin, 15 heb jî teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da der heqê operasyonên hefteya borî da agahî hat dayîn.
Li gorî vê, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorê da di navbera 3-10ê tîrmehê da tevgera taybet a cendirmeyan, yekîneyên komandoyên cendirme, tevgera taybet a polêsan û herwiha unsûrên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hezar û 124 operasyon li dar xistin, bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê 555 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonan da herwiha 47 terorîst hatin kuştin, 7 heb jî sax hatin girtin. 15 terorîstên ku ji rêxistina terorê reviyan, teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Hêzên ewlekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî terorîstên biyanî da bi îdiaya têkildariya rêxistina terorê DEAŞê va 96 berşik binçav kirin. Dîsa 520 berşikên têkildarên FETOyê û 11 berşikên têkildarên rêxistinên çep hatin desteserkirin. Ji xeynî van, di çarçoveya sûcên sîber da 459 berşik, di operasyonên dijî qaçaxçîtî û hişbirê da jî 3 hezar û 106 berşik hatin binçavkirin.