10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ANKARA
Ji bo Midûriya Giştî ya TRTyê Alîkarê Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Eren hat tayînkirin.
Biryara tayînkirina Eren ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat pesendkirin û di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Ji bo Midûriya Giştî ya TRTyê 56 serlêdan hatibûn kirin û ji nav 56 kesan 3 kes hatibûn kifşkirin û Eren jî di nav van 3 kesan da bû. Piştî ku Lijneya Wezîran biryar da û bi pesendkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Eren bû midûrê giştî yê 17emîn ê TRTyê.
Eren di 2004an da ji beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Bogazîçiyê dêr çû. Eren di qada çand û hunerê da dest bi xebatê kir, belgefîlm, anîmasyon, fîlmên danasînê û bernameyên reklamê çêkirin.
Di sala 2008an da li ATVyê dest bi wezîfeyê kir û bû nûnerê Îngiltereyê yê ATVyê. Di sala 2010an da bû Midûrê Giştî yê ATV Ewropayê û paşê bû Alîkarê Midûrê Giştî yê ATVyê.
Eren ji tîrmeha 2013an û heta niha li saziya Radyo û Têlevîzyonê a Tirkiyeyê (TRT) Alîkarê Midûrê Giştî bû û avakarê TRT Worldê ye.