Abdullah Tel
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
MOSKOVA
Di organîzasyona Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an a ku bi mazûvaniya Rûsyayê îsal tê kirin da ji lîstikvanên Lîga Super a Spor Totoyê bi tenê Fernando Muslera û Domagoj Vîda heta fînala çaryekê derketin.
Qeleparêzê Galatasarayê Fernando Muslera di Tîma Neteweyî ya Uruguayê da û stoperê Beşîktaşê Domagoj Vîda jî di Tîma Neteweyî ya Xirvatistanê da tevlî tîmên xwe di organîzasyona Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an da hewla xwe didomînin.
Dema organîzasyona Kupaya Dinyayê dest pê di Lîga Super a Spor Totoyê da ji heyama borî 22 lîstikvan di nav tîmên neteweyî da cih girtin. Ji wan gogbazan tîmên 19 lîstikvanan di nav 8 tîmên dawîn da cih negirtin. Johan Djourou ku di qadroya Swîsreyê da ye û peymana wî ya bi Antalyasporê ra hatibû betalkirin jî heta niha di qadroya tîma xwe ya neteweyî ya li seheyê da qet cih negirt.
- Di 4 pêşbirkan da bi tenê golek avêtin Muslera
Fernando Muslerayê qeleparêzê Tîma Neteweyî ya Uruguayê ku di fînala çaryekê da bû reqîbê Fransayê di 4 pêşbirkan da qeleya xwe parast.
Muslera di her pêşbirkê da da nav 11 lîstikvanî da derket sehê û seranserê pêşbirkan jî qeleya xwe parast.
Uruguyayê di pêşbirkên ku bi Rûsya, Misir û Erebistana Siûdî ra lîst da ji reqîbên xwe tu gol nexwar. Di pêşbirka ku ji bo fînala çaryekê bi Portekîzê ra hat kirin da lîstikvanê Beşîktaşê Pepe gol avêt qeleya ku Muslera diparast.
Fransa û Uruguay di 6ê tîrmehê da ji bo pêşbirka fînala çaryekê wê bên hemberî hev.
- Vîda jî di 3 pêşbirkan da leyîst
Xirvatistan ji tîmên herî zêde balê dikşînin yek e û di qadroya wê da stoperê Beşîktaşê Domagoj Vîda jî heye.
Vîda ji 4 pêşbirkên ku Xirvatistanê bi reqîbên xwe ra kir da di 3 pêşbirkan da leyîst û di yekê da jî bêhna xwe.
Tîma Neteweyî ya Xirvatistanê ku Vîdayê stoperê Beşîktaşê ye tê da cih digire 7ê tîrmehê roja şemiyê wê bi Rûsyayê ra bê hemberî hev û ji bo nîvefînalê hewl bide.
Lîstikvanên ku di heyama borî da di Lîga Super a Spor Totoyê da dileyîstin û beşdarî organîzasyona Kupaya Dinyayê bûn ev in:
Beşîktaş: Ricardo Quaresma, Pepe (Portekiz), Domagoj Vîda (Xirvatistan), Tosic (Sirbistan)
Bursaspor: Aziz Eraltay (Awistralya), Abdullahi Shehu, William Ekong (Nijerya), Moussa Sow (Senegal)
Galatasaray: Fernando Muslera (Uruguay), Yuto Nagatomo (Japonya), Younes Belhanda (Fas)
Kasimpaşa: Siyam Ben Youssef (Tûnis), Kenneth Omeruo (Nijerya), Trezeguet (Misir)
Fenerbahçe: Nabil Dirar (Fas)
Medipol Başakşehir: Manuel da Costa (Fas)
Trabzonspor: Ogenyi Onazi (Nijerya)
Goztepe: Beto (Portekiz)
Evkur Yenî Malatyaspor: Khalid Boutaib (Fas)
Antalyaspor: Johan Djourou (Swîsre)
Aytemiz Alanyaspor: Lamine Gassama (Senegal)
Kardemir Karabukspor: Olafur Ingi Skulason (Îzlanda)