Türkan Tosun
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
FOCA
Dzenan Krajîsnîkê (37) li Foçaya bajarê Bosna Herkesê îmam e, di heman demê de di tîma futbolê Sutjeskayê de bi awayekî profesyonel futbolê dilîze.
Îmamê Boşnak ne dev ji cube û ehmediyeya xwe û ne jî krampon û formaya xwe berdide, him wek îmam, him jî wek futbolîst dijî.
Hezkirina futbolê ya Krajîsnîk di zarokatiya wî de dest pê kiriye û sala ku ew ji Medreseya Xazî Husrew Beg mezun bûye dest bi futbolê kiriye.
Krajîsnîk di tîmên Celîk, Zepce, Zvîjezda, Vîsoko û tîma neteweyî ya ku temenê futbolîstên wê ji 21î biçûktir e da forma li xwe kiriye.
Krajîsnîk ji nûçegihanê AAyê ra got ji bo ku ew beşdarî tîma Sutjeskayê bibe bi Yekîtiya Îslamê (Kar û Barên Diyanetê) şêwiriye û piştî piştgiriya hempîşeyên xwe zivistanê peyman îmze kiriye.
Krajîsnîk got rojên ewil hevalên wî yên tîmê bi çavekî din li wî nihêrîne lê paşê rêz nîşanî wî dane û wiha axivî: "Him tîma ku min formaya wê li xwe kiriye û him jî Yekîtiya Îslamê ya ku ez di bin banê wê de dixebitim di hin rewşan de alikariya min dikin. aliyên hevpar ên spor û dîn hene. Dînê me dibêje ne zêde, lê bi awayekî tenduristî xwarinê bixwin. Sebir û cehda ku di dînê me da heye, kevirên bingehîn ên futbolê ne jî."
Îmamê Boşnak anî ziman ew Kupaya Dinyayê ya FIFA 2018an ji nêz va dişopîne û wek futbolîst ew ji tîma Brezîlyayê lîstika Marcelo hez dike.