Türkan Tosun
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ANKARA
Partiyên siyasî wê lîsteya namzedên parlamenteran ya ji bo Hilbijartina Serokomar û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em ya ku wê di 24ê hezîranê da were kirin îro heta saet 17.00an bidin Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB).
Di 24ê hezîranê da li Tirkiyeyê wê Hilbijartina Serokomar û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em çêbibe.
Li gor biryara LHByê AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, Partiya Saadetê, Partiya Vatanê û HUDA PAR wê beşdarî hilbijartinê bibin.
Navendên giştî yên partiyên siyasî lîsteya namzedên parlamenteran ên ku wê beşdarî hilbijartinê bibin îro heta saet 17.00an wê bidin LHByê. Namzedên parlamenteran ên xweser jî wê dîsa heta saet 17.00an serî lê bidin.
Di ewraqên van namzedan de heke kêmasiyek hebe ew jî wê heta 25ê gulanê wê bên temamkirin.
Lîsteya namzedên parlamenteran ên berwext wê di 26ê gulanê di Rojnameya Fermî de bêne weşandin û îtiraz wê dest pê bikin.
Îtiraz wê di 27ê gulanê saet 15.00an de biqedin. Heta saet 23.59an jî biryara îtîrazan wê bê dayîn. LHByê lîsteya namzedên parlamenteran ên teqez wê di 30yê gulanê de bişîne lijneyên hilbijartinê ya bajêr û Rojnameya Fermî.