16 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HEWLÊR
Li Şengala navçeya Mûsila Iraqê milîtanê êzidî yê ku qedera du sal û nîvan di nava refên rêxistina terorî PKKyê da ma, destnîşan kir ku rêxistin bi milîtanên DEAŞê ra hevdîtinên veşartî dike û pê ra bi awayekî hevpar tevdigere.
Milîtanê êzidî ku li navçeya Şengalê ji malbateke naskirî ye û herwiha ji ber ewlekariyê nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji peyamnerê AAyê ra behsa salên xwe yên di nava rêxistinê da kir.
Milîtanê êzidî destnîşan kir ku rêxistina terorî DEAŞê di tebaxa 2014an da êrişî êzidiyên Şengalê kir û dûra PKKyê jî ji vê valahiya ewlekariyê sûd wergirt û ji ber hindê ew jî ketin dafika PKKyê. Milîtanê êzidî li xwe mikur hat ku wî 2 sal û 4 mehan li kampên leşkerî yên rêxistinê peywir bicih anîn.
Kevnemilîtanê PKKyê got dema ku ew li Şengalê di nava refên PKKyê da ma, wî mîna êzidiyên din hêdî hêzî rûyê rast ê rêxistinê dît û wiha dewam kir, "Rêxistin ji bo ku êzidiyan bixapîne, herwekî bi DEAŞê ra şer dike, xwe dide nîşan."
Milîtanê êzidî yê ku peymana veşartî ya di navbera PKK û DEAŞê ya li Şengalê da derxist holê wiha axivî, "Min ferq kir ku PKK bona bidestxistina hin deverên li Şengalê bi DEAŞê ra li hev kir. Ji bo qanîkirina kurdên êzidî jî PKKyê ji DEAŞê xwest ku ji hin deveran bi awayekî lihevkirî vekişe. Bi vî awayî îmaja şerê dijî DEAŞê da."
- Talîmata şerê dijî Pêşmerge
Milîtanê êzidî diyar kir ku wî di encama çavdêrî û şopandinên xwe da ferq kir ku di navbera PKK û DEAŞê da hevdîtinên pir dizî hene û wiha xeber da, "Milîtanên DEAŞê çendîn caran bi cilûberê PKKyiyan hatin kampên me yên leşkerî yên li Şengalê."
Herwiha milîtanê êzidî got ku peymana di navbera herdu aliyan da piştî ku eşkere bû, PKKyê ew bi kuştinê tehdît kir û wiha pê da çû, "Berpirsên pilebilind ên PKKyê peywendiya xwe ya ligel DEAŞê bi awayekî zelal înkar nekirin û herwiha xwestin ku ez jî bêdeng bimînim."
Milîtanê êzidî wiha axivî: "Piştî ku derket holê li Şingalê PKKyî bi DEAŞê re hevdîtin kirine, me fêm kir ku êzidî çawa hatine xapandin. Li ser vê PKKyê ferman da ku êzidî bi pêşmergeyan re şer bikin. Êzdiyan ev yek qebûl nekir û dev ji çekan berdan . Ez jî ji ber vê sedemê ji wan veqetiyam."
- Di navbera PKK û leşkerên îranî de hevdîtin
Milîtanê êzidî îtiraf kir ku li Şengalê di navbera milîtanên PKKyê û leşkerên îranî de pêwendiyên pir xurt hene û wiha dewam kir: "PKKyê her tim hewl dida ku pêwendiyên xwe yên bi Îranê re veşêre. Rayedarên leşkerî yên Îranê dema dihatin ziyareta Şingalê, hewl dihat dayîn ku êzidiyan ji kampên leşkerî derbixin. Bi tenê rayedarên payebilind ên PKKyê bi rayedarên leşkerî ên Îranê re hevdîtin dikirin."
- Zarokên êzidî yên ku çek dane destê wan
Milîtanê êzidî behsa zarokên êzidî yên ku çek dane destê wan kir û wiha got: "PKK zarokên êzidî ji Şingalê hildide dişîne Îranê, Qendîlê û Sûriyeyê. Dema ez di nav refên PKKyê de bûm min bi çavên xwe dît ku zarokên êzidî yên 8 û 9 salî çek di destên wan de dihatin perwedekirin. Armanca PKKyê ya tekane ew e ku milîtanên xwînê birijînin bigîhînin. Li ser vê armancê zarokên êzidî perwerde dikin."
Milîtanê ezidî got ji ber van hemû sedeman gelek welartiyên Şingalê dev ji çekan berdan niha bi tenê 260 êzidî di nav refên PKKyê de ne û divê ew jî dev ji çekan berdin.