22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê kirin di roja 183emîn de dewam dike. Di operasyonê de 110 hedefên DEAŞa rêxistina terorî hatin bombekirin û di operasyonên asmanî da 14 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya TSKyê, Operasyona Mertalê Feratê ku di 24ê Tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina gefên terorê û xurtkirina ewlekariya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymana navneteweyî hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di roja 183emîn a hemleyê da grûbên hêza peywira taybet ku ji unsûrên muxalif pêk tên, digel alîkariya gulebarana ji bejayî û asman li Baba ku bi piranî hatiye kontrolkirin, hemleya xwe ya paqijkirina unsûrên DEAŞê didomînin.
Di gulebarana unsûrên Fermandariya Hêzên Bejayiyê da 89 hedefên rêxistina terorî DEAŞê yên ku di navê da stargeh û çeper jî hene, hatin lêdan.
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asmanî jî hemleyên asmanî li dar xistin. Jetan, wesayiteke bombebarkirî jî di nav da 21 hedef ji navê birin. Herwiha wekî encam di hemleyên asmanî û gulebaranên din da 14 terorîst hatin kuştin.