Önder Beyter
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
MUŞ
Li herêma Şenyaylaya Mûşê di hundirê şikefteke rêxistina terorê da ligel alavên jiyanê Încileke kurdî hatin bidestxistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li herêma Şenyaylayê li nêzîkî çiyayê Kozmeyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li dijî amadekariyên zivistanê yên rêxistina terorê PKKyê operasyona "Şehîd Cendirme Ustçawiş Serdal Uyanık 2017-142" hat lidarxistin.
Di çarçoveya operasyonê da di hundirê du şikeftan da gelek alavên jiyanê, dokumenên rêxistinî, bota ku bi hewayê diwerime ya ku pê derbasî rexê din ê çemê Muradê dibin, Încila kurdî û pirtûkeke der heqê zerduştiyê da hatin qefaltin.
Eşkere bû ku li herêmê operasyon berdewam e.