06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Artêşa Tirkiyeyê berê jî li Qendîlê derdiket operasyonên berfireh. Di demeke nêzîk da jî operasyon hat kirin û ji vir pê da jî dema hewcedarî çêbe wê dîsa operasyonên bejayî û esmanî berdewam bikin."
Bozdag li Sarikayaya navçeya Yozgatê beşdarî weşana zindî ya Haber Turkê bû û der barê rojevê da axivî.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê operasyonên dijî Qendîlê da wiha axivî: "Artêşa Tirkiyeyê berê jî li Qendîlê derdiket operasyonên berfireh. Di demeke nêzîk da jî operasyon hat kirin û ji vir pê da jî dema hewcedarî çêbe wê dîsa operasyonên bejayî û esmanî berdewam bikin."
Bozdag destnîşan kir ku dema piştî Lijneya Wezîran daxuyanî hat dayîn ku îhtimal heye li dijî Qendîlê operasyon bê kirin beriya Qendîlê deng ji CHPyê derket.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê nexşerêya Minbicê da jî axivî û wiha got: "Teqwîmeke eşkere heye. 90 rojên wê bi eşkereyî hatiye plankirin. Çi çaxê wê çi bên kirin hemû hatine tesbîtkirin."
Bozdag der heqê nexşerêya Minbicê da xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Ev wê tenê bi Minbicê ra sînorkî nemîne. Rojhilatê Feratê jî wê ji terorîstên PKK, YPG û PYDyê bê paqijkirin. Em dixwazin li rojhilatê Feratê jî wekî Minbicê bi peymaneke siyasî çareserî çêbe. Heger ev herêm ji rêxistinên terorê neyên paqijkirin û gef û talûkeya terorê dewam bike heqê Tirkiyeyê heye ku ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze û talûkeyên terorê berteref bike. Em ê xwe nedin paş û heqê xwe biemilînin."