İbrahim Atmaca
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ŞANLIURFA (AA) - Bîracika ku li ser qeraxê Çemê Feratê ava bûye, dişibe bajarên sahîla Egeyê. Li navçeyê "kebaba xaşxaşê" meşûr e. Kebab ji goştê ku bi dasê tê hûrkirin û ji zerzewadan tê çêkirin. Her çend Edene û Şanliûrfa bi kebaba xwe va meşhûr bin jî, mişteriyên kebaba xaşxaşê jî zêde ne.
Bîracik ji aliyê siruştê û xwarinên xweş va navçeyeke ku demên dawîn behsa wê tê kirine ye. Bîracik ji aliyê çûyîn û hatinê va jî di navbera rojhilat û rojava da wek pirekê ye. Ji ber ku rêya gelek kesan bi navçeyê dikeve, ji bo rêwiyan xwarinên cuda cuda tên çêkirin.
Ji bo çêkirina kebaba xaşxaşê amadehî çend saet berê dest pê dike. Ji bo kebabê goştê ser parxanê berxan tê emilandin û ev goşt bi dasê tê hûrkirin û dibe qiyme. Paşê tînin îsota sor, sîr, çilpiyê maydanozan, pîvazên kesk, xoyê û baharatên cur be cur tevî qiymeyê dikin û 3 saetan di dolabê da dihêlin.
Paşê tînin bi şîşên girover ra dizeliqînin û dipêjin.
Hosteyê kebabê Mustafa Işik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 25 sal in bi her sê birayê xwe va kebaba xaşxaşê çêdikin û ji vî pîşeyî pir hez dikin.
Işik diyar kir, divê goştê kebabê ji berxên ku diçêrin çêbibe û ji bo kebabê divê goşt ne di makîneyê da, bi dasê were hûrkirin.
Işik got ku kebaba xaşxaşê ji kebabên Edene û Urfayê cudatir e, tama wê ji goşt û zerzewadan çêdibe, ew pêşniyaz dike ku her kes vê lezzetê tam bike.