29 Îlon 2016•Rojanekirin: 30 Îlon 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin Barack Obamayê Serokê DYAyê amadehiyan dike ku ji bo alîkariya operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ku di destê DAEŞê da ye, 600 leşkerî bişîne Iraqê.
Li gor nûçeyên ku di medyaya Amerîkî da derketin, rayedarekî payebilind ê rêvebiriya DYAyê diyar kir ku Obama amadehiyan dike ji bo piştgiriya operasyona Mûsilê, leşkeran bişîne Iraqê.
Li gor agahiyên ku rayedar da, 600 leşker wê di warên hêza leşekerî, perwerde û planan da alîkariyê bidin hêzên Iraqê.
Heydar Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê der barê mijarê da daxuyaniye nivîskî da û diyar kir ku wê leşker di rizgarkirina Mûsilê da feydeyeke mezin bidin.
Ash Carterê Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê jî çend roj berê destnîşan kiribû ku ji bo rizgarkirina Mûsilê wê alîkariya Iraqê bikin û gotibû ku eşkerekirina dema operasyonê di destê rêvebiriya Iraqê da ye.
Li gor daxuyaniyên Pentagonê li Iraqê qederê 4 hezar û 600 leşkerên DYAyê hene.