Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê 12 kesên ku hat tespîtkirin fatureyên qelb amade dikin û bi vê rêbazê 7 milyon lîre bi neheqî qezenc kirin, di operasyonan da hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîba Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Darayî der heqê kesên tê îdiakirin fatureyên qelb amade dikin û derdixin piyaseyê da dest bi xebatê kir.
Di hefteya dawîn da li seranserê bajêr 9 operasyon hatin kirin û 12 gumanbar hatin binçavkirin.
Di operasyonan da gelek fatureyên vala û yên nivîskî, îrsaliye, mohr û qaşeyên fîrmayan hatin bidestxistin.
Hat îdiakirin ku gumanbaran bi qasî 7 milyon lire fatureyên qelb birîne û ji serê her fatureyê jî ji sedî 3-8 komîsyon hildane.