TRABZON
Ji bo "6. Mîhricana Navneteweyî ya Wêneyan" ji 26 welatan 100 jinên hunermend hatin Trabzonê û li ber kemençeyê govenda horonê girtin.
Ji bilî Tirkiyê, 100 jinên hunermend yên ku ji Azerbaycan, Gurcîstan, Japonya, Fransa, Sîbîrya û Lubnanê hatî, li taxa Meydanê li ber peykerê Ataturk li hev civiyan û alayên welatê xwe vekirin.
Seroka Giştî ya Komeleya Hunermendên Jin ên Navneteweyî û Femîn&Artê Şukran Ust daxuyaniyeke çapemeniyê da û di daxuyaniyê de spasiya Wezareta Çand û Turîzmê, Waliyê Trabzonê Recep Kizilcik, Şaredar Orhan Fevzî Gumrukcuoglu kir. Ustê diyar kir ku mijara mîhrîcanê ya îsal ev e "Bila Rengên Dinyayê Neçilmisin".
Ustê diyar kir ku hunermendên beşdarî mîhrîcanê dibin, wê li Trabzonê xwe wekî li mala xwe hîs bikin û wiha got: "Bi saya hunermendan tarîtî dibe ronahî. Ew meşaleya rêya ronahiyê ne. Emê weke hunermendên dinyayê bi armanca pêşerojeke bi ronahî û ji şer û pevçûnê dûr, bi hev re wek xwîşk û birayan bijîn. Emê her sal vê mîhrîcanê li dar bixin û dengê xwe bi milyonan bidin guhdarî kirin."
Hunermendên ku beşdarî mîhrîcanê bûn govenda horonê jî girt in. Mîhrîcan wê di 10ê tîrmehê de biqede.