28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di "Weşana Taybet a sala 3yemîn bi Serokomar re" bersiva pirsan da.
- "Pêdivê Serekê îstixbaratê bi Serekê Dewletê ve girêdayî be"
Erdogan derbarê verastkirina qanûna MÎTê de got, "Ma ew kesê ku divê dokument û zanyariyên herî giring ên îstixbaretê wergire ne Serekê Dewletê ye? Heke serekê îstixbaratê, bi asta yekem ne girêdayî serekê dewletê be, ew dewlet dê qabiliyeta tevgerê ji dest bide. Ji bo ku dewlet qabiliyeta tevgerê ji dest nede, divê îstixbarat bi asta yekem li hember wî berpirsyar be. Ji bo ku dema min xwest zanyariyên îstixbarî werin berdestê min da em gavên pêwîst lo gorî wê biavêjin. Em li dewletê mezin binerin di hemiyan de îstixbarat raste rast bi kê ve girêdayî ye, bi serekê dewletê."

- "Li Malazgirtê, di bin wê tavika şewat de vê hefteyê, zêdetirî 50 hezar ciwan hebûn"
Serokomar Erdogan got, "Li Malazgirtê, di bin wê tavika şewat de vê hefteyê, hemd ji Xwedê re zêdetirî 50 hezar ciwan hebûn. Ev ciwan bi eşq û heyecanê hatin wêderê. Ew cuda bûn. Lê ewên ku bi gotina 'em edaletê dixwazin' çûn Çanakkaleyê, li ser gorên şehîdan hinekan votka, hinekan şerab hinekan jî bîra vexwarin. Dema em li ser vê axivîn ciwanên me tenê li wêderê gotin; 'Yek millet, yek ala, yek weten, yek dewlet.'.

- "Dinya ji bo Myanmarê kerr û lal e"
Serokomar Erdogan derbarê êrîşa li dijî misilmanên Arakanê de wiha axivî "Mixabin ez dikarim bêjim dinya ji bo Myanmarê kerr û lal e. Nabîne û nabhîze. Ew bûyera dawîn a Bangladêşê bûyerek hê dilşewattir bû. Reqemên ku hatin, mixabin nêzîka 3 hezar însan mexdûr bûne, hetta hinek gav hatine avêtin ku bibin sedema mirina hinekan. Em bi tundî şermezar dikin. Emê vê mijarê li ba saziyên nêvdewletî bi taybet NYê bînin ziman."