Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan der heqê operasyona dijî rejima Esed hat kirin wiha got: "Em operasyona hat kirin rast dibînin."
Serokomar Erdogan der heqê operasyona dijî rejima Esed da wiha axivî: "Helbet em rewşa wan zarokên ku ji çekên kîmyayî ra bûn hedef qebûl nakin. Fail kî be divê berdêla vê bide. Rejimê dît ku di rojên dawîn da zilma ku li dijî mixalifan dike bê bersiv namîne."
"Mixabin lîstika li Sûriyeyê cuda ye. Li Sûriyeyê pêşiyê li hember zilma rejimê bêdeng dimînin, peyra bi dizîka piştgiriyê didin rêxistina terorê û derdixin piyaseyê û bi rêxistineke din ya terorê projeyan dimeşînin. Kes nikare çavên xwe ji van tiştan ra bigire û me her gav bal kişand ser. Me ji zû va ev lîstik fehm kiriye. Heger hedef DEAŞ be jixwe em dijî DEAŞê şer dikin. Li ku derê? Me di Operasyona Mertalê Feratê da 3 hezar DEAŞî berteref kirin."
"Di nav hêzên ku li Sûriyeyê çalak in da tenê Tirkiye li herêmên ku kontrol dike da ewlehiyê pêk tîne û ava dike."
Serokomar Erdogan der barê operasyona dijî rejima Esed da wiha got: "Ez ê parîk bi şûn da bi Birêz Macron ra biaxivim."
"Ez ji vir bangî hemû dinyayê dikim: Werin em li ser çekên kîmyayî, konvansiyonel û her cure çekên ku îmheyên girseyî dikin biaxivin. Werin bila qeyrana li Sûriyeyê ji bona projeyên çekan yên nukleerî û konvansiyonel nebe derfet, bila hemû îmkan û derfet ji bona xêra mirovahiyê bibe wesîle."
"Hevalên min bi Birêz Putîn ra jî di nav têkilî û pêwendiyan da ne. Ez ê îro-sibê bi wî û Amerîkayê ra jî biaxivim."
"Hûn dizanin hejmara yên ku li Efrînê hatine berterefkirin bû çi? Qederê 4 hezar û 200î."