Haydar Şahin
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
BUDAPEŞTE
Emîne Erdogana xanima Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya ziyareta Macaristanê da Mala Çandê ya Macaristanê ziyaret kir.
Li Mala Çandê ya Macaristanê zarokan reqsên kevneşopî lîstin û Emîne Erdoganê jî ew temaşa kirin û paşê li destgeha destkariyê geriya.
Emîne Erdogana ku li muze û pêşengehên berhemên çandî yên Macaristanê geriya diyar kir ku dikarin bi saziyên çandî yên Tirkiyeyê ra hevkariyê bikin û ji bo nirxên çandî werin parastin û ji nifşên nû ra werin hiştin bixebitin.
Emîne Erdogan paşê bi Serok Erdogan ra beşdarî merasima vekirina Tirbeya Gul Baba bû.