Elif Orhan
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
GAZÎANTEP
Li Nizîpa navçeya Gazîentabê di navbera du koman de şerê çekdarî derket, di şer de 3 jê xedar 5 kes birîndar bûn.
Li gor îdiayan di navbera xwediyên du fîrmayên ku di navbera Gazîentab-Nizîpê de rêwiyan dibin û tînin de li Xaçerêya Mustafa Kokmenê ji ber sedemeke nayê zanîn şer derket.
Xizmên aliyan jî tevî şer bûn û di şer de çov û çek hatin bikaranîn û 3 jê xedar 5 kes birîndar bûn.
Ekîbên polêsan ên ku hatin cihê bûyerê midaxaleyî şer kirin û alî aş kirin.
Bi ambûlans û wesayîtên taybet birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nizîpê.
Ji birîndaran Salîh Yildiz (51), Hatîp Firat (31) û Abdullah Yildiz (21) piştî midaxaleya ewil a li nexweşxaneyê sewqî nexweşxaneyên din ên li Gazîentabê kirin.
Ji aliyê din ve ekîbên polêsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin gelek qowanên guleyan dîtin.