10 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê xitabî welatiyên ku dê ji bo nobeda demokrasiyê li hewşa Kulliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê bicivin, bike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan dê saet dora 22.00an de xitabî welatiyên ku dê li baxçeya Kulliyeya Serokomariyê bicivin bike.
Axaftin dê ji ser platforma ku dê li ber deriyê rûmetê ya avahiya navend a ku meqama Serokomariyê lê ye bê kirin.
Ji bo ku bikaribin guh bidin axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê welatiyan hildin qada ku lê merasimên pêşwazîkirinê yên fermî tên kirin.