05 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
EDIRNE
Li Edirneyê şikbarên PKKyî li sînor hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, leşkerên Yekîneya Hidûd a Fermandariya Lîwaya Piyadeyên Mekanîze ya 54an li herêma qedexekirî ya li sînorê Bilxaristanê yek ji wan jin 2 kes derdest kirin.
Hat tesbîtkirin jina ku li ser wê nasnameya Sûriyeyê derketibû û îdia dikir ku welatiya Sûriyeyê ye bi rastî H.E. ya welatiya Tirkiyeyê ye û li Nisêbînê hatiye dinyayê.
H.E. û Ç.O. yê ku hat tesbîtkirin têkiliya wan a bi PKKya rêxistina terorê heye hatin binçavkirin.
Şikbar teslîmî Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edirneyê kirin.