17 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ERZURUM
Erzirom xwe amade dike ku bi Gulaşa Karakucakê ya Navneteweyî ya Kembera Zêr ya ku îsal ji welatên cuda cuda nêzîkî 700 werzişvan hatin vexwendin va bibe hevrikê Gulaşa Birûn a Dîrokî ya Kirkpinarê.
Gulaşa Karakucakê ya Navneteweyî ya Kembera Zêr ya ku ji layê Şaredariya Mezin a Erziromê rengekî kevneşopî wergirt, îsal dê ji bo cara sêyem were lidarxistin. Seba organîzasyonê Arena Gulaş a ji bo 5 hezar kesî hat çêkirin û ji Tirkiye û welatên cuda nêzîkî 700 werzişvan hatin vexwendin.
Bi organîzasyona mezin a ku dê di navbera 19-21ê tebaxê da li bajêr bê lidarxistin va Erzirom dixwaze bibe hevrikê Gulaşa Birûn a Dîrokî ya Kirkpinarê.
Midûrê Giştî yê AŞya Werzişî ya Şaredariya Mezin a Erziromê Ahmet Dal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku werîşa gulaşê li bajêr eleqe dibîne.
Dal destnîşan kir ku wekî şaredariya mezin wan di gulaşê da werzişvanên serkeftî perwerde kirin û wiha xeberda:
"Hingî serokê şaredariya me ya mezin Mehmet Sekmen hatiye ser wezîfeyê û vir da bajarê me Erzirom di warê werzişê da di êwra zêrîn da ye. Di warên mîna perwerdekirina werzişvanan, lidarxistina organîzasyonan û avakirina tesîsan da pir xebat tên kirin. Emê îsal ji bo cara sêyem di navbera 19-21ê tebaxê da Gulaşa Karakucakê ya Navneteweyî ya Kembera Zêr li dar bixin. Herwisa xebatên înşeata Gulaş Arena ya 5 hezar kesî ya ku ji bo vî tê çêkirin, berdewam e. Nêzî 200 kesî di înşeata arenayê da dixebite. Xebatên di nava 3 rojan da bên kutakirin û arenayê ji bo organîzasyonê amade be."
- "Erziromê li Karakucakê bibe marqe"
Ahmet Dal bal kişand ku seba danasîna welat û bajar werziş pir girîng e û wiha pê da çû, "Gulaşa Birûn a Dîrokî ya Kirkpinarê heye. Organîzasyoneke kevnare ye. Bi vî awayî em dixwazin ku Erziromê li Karakucakê bikin marqeyekê. Xelkê Erziromê gelekî ji gulaşê hez dike."