Rojhilata Anadoluyê bi şev pir sar e. Li Erzûrûm û Qersê germahî di bin sifirê de 9 pîle ye.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat standin, serma ji aliyê Behra Spî ve tê.
Li herêmê germahî dikeve bin sifirê. Germahî li Ezurm û Qersê di bin sifirê de 9, li Agiriyê di bin sifirê de 6, li Erzîncanê bin sifirê de 3 û li Îdirê di bin sifirê de 2 pîle ye.
Hat daxuyandin ku li navenda Erzûrûmê 11 santîm berf heye.