17 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Bahattîn Yolcuyê birayê Umît Yolcu yê ku dema hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de li Stenbolê şehîd ket got ku şehadeta wî ji bo malbatê serfiraziyeke mezin e.
Yolcuyê ku li Ceylanpinara Şanliurfayê dijî ji nûçegihanê AAyê re behsa şeva derbeyê ya ku birayê wî miriye kir û wiha axivî: "Dema ji kar hatiye, diya min ji pacê bangî wî kiriye. Wî jî gotiye ew ê hinekî bi hevalên xwe re sohbet bike û bê. Lê dema ku Umît û hevalên wî bihîstine derbe çêbûye çûne li ber Midûriyeta Hêzên Bilez û tank dîtine. Leşkerekî birutbe yê ku li ser tankê bûye gef li kesên li wir kiriye û gotiye ew ê guleyan bibarînim. Dema welatiyan mudaxale kiriye leşker gule barandiye û guleyek li Umît ketiye. Welatiyan ew birine nexweşxaneyê."
Yolcu got ku wî ewil xebera wî ya birîndarbûnê û pişt re jî xebera wî ya şehîd ketiye bihîstiye.
Yolcu got ku dema ku Umît hatiye şehîdkirin vîdeo hatine kişandin û wiha axivî: "Ev vîdeo li ser medyaya civakî hatin weşandin, lê ez hê jî nikarim wan temaşe bikim. Şehadeta wî ji bo me serfiraziyeke mezin e. Lê êşa biratiyê tiştekî gelek cuda ye. Ji ser bûyerê re mehek derbas bû, lê ez, diya xwe û bavê xwe hê jî nehatin li ser hişê xwe. Em hewl didin ku bên li ser hişê xwe. Li hember evqas êşê dîsa jî ne Umîtek, bi hezaran Umît hebin em dikarin wan hemûyan ji bo welatê xwe feda bikin."