Ekip
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hewldanên Tirkiyê yên der barê Arakanê de got: "Em niha ji bo drama însanî ya ku li Arakanê diqewime dîplomasiyeke berfireh dişopînin. Der barê mijarê de ez ji 20an zêdetir serokên dewletan re li ser telefonê axivîme."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyaretên resmî bi teyareya "TUR" seet 12.50î de çû paytexê Qazaxistanê Astanayê. Erdogan li Firokexaneya Stenbolê ji aliyê Wezîrê Edaletê Abdulhamid Gul, Wezîrê Gencîtî û Sporê Osman Aşkin Bak, Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş û berpirsên din hat oxirkirin.
Erdogan digel Cîgirê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekçi û Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Faruk Ozlu hereket kir. Erdogan berî hereketî Astanayê bike li Firokexaneya Stenbolê civîna çapemeniyê saz kir û cewaba rojnamevanan da.
Erdogan pêşî bal kişand ser zilma li Arakanê û behsa dîplomasiya ku meşandiye kir û got: "Em niha ji bo drama însanî ya ku li Arakanê diqewime dîplomasiyeke berfireh dişopînin. Der barê mijarê de ez ji 20an zêdetir serokên dewletan re li ser telefonê axivîme."
Der barê Zafer Çaglayanê ku navê wî li DYAyê di îdianameyê da cih girt da Erdogan wiha axivî:
"Ez bi eşkere dibêjim ev gava ku li hemberî Wezîrê me yê Aboriyê yê berê hatiye avêtin ez wekî gaveke li hemberî Dewleta Komara Tirkiyeyê hatiye avêtin dinirxînim. Ev gavên tên avêtin bi tevahî siyasî ne. DYA divê careke din li vê mijarê -înşeallah vê carê di çûyîna xwe da emê fersenda hevdîtinê bibînin- binihêre. Ji van kirinan bêhnên pir xerab tên."
Ji bo Ewropayê jî wiha nirxandin kir:
"Nika jî di navbera hevdu da li hev ketin. Radibin û rûdinin AK Partî, Tirkiye, Erdogan... Temam, hela bêjin çi karê we bi me ra heye? Di nav xwe da hilbijartinê dikin, hilbijartinên xwe çito dikin bikin. Êrîşa dijî Erdogan, êrîşa dijî Tirkiyeyê gelo ew ê ji we ra rayan bîne? Hûn ê hetanî ku derê vê wiha bidomînin?"
Herwiha rexne li CHPê jî girt û got:
"Nûnerê partiya mixalefetê ya sereke SÎHAyan rexne dike. Çi ye, li sivîlan xistiye. Kanê sivîl ku derê ne? SÎHA li terorîstan dike. Hêzên me yên çekdar, hêzên me yên ewlekariyê ew ê bên hêzdarkirin û li hember terorîstan, rêxistinên terorê têkoşîna xwe bidomînin. Nûnerên CHPê û yên din nikarin pêşiyê li vê bibirin."
Der heqê îdiayên ku wê Devlet Bahçeliyê bibe alîkarê serok da jî wiha cewab da:
"Ev hemû tişt ji xeynî şêlîkirina avê bi kêrî tu tiştî nayên. Evana ji pitikê hê nehatiye rûyê dinê ra derpê çêdikin. Herkes divê ewilî cihê xwe, asta xwe bizanibe. Em li Tirkiyeyê siyasetê dikin. Partiya me û Birêz Bahçelî di vê pêvajoyê da di nav guftûgoyeke xweş da bûn û ji pêvajoya niha bi şûn va jî ez hêvî dikim ev guftûgo, piştevanî xurt bibe, ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelekî muhim e."
Ji bo fona hebûnê jî got:
"Divê em Fona Hebûnê dîsa reorganîze bikin. Ev şert e. Ew ê jî înşellah piştî Qazakxistanê em ê bi Serokwezîrê xwe ra binirxînin û van pêngavan em ê biavêjin."