20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
MALATYA
Enes Gunê 23 salî yê li Dibistana Bilinda Spor û Perwerdehiya Bedenê ya Zanîngeha Înonuyê xwendekarê pola dawîn e ji ber hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) serê sibeha 16 tîrmehê çû ber Fermandariya Artêşa 2yemîn.
Gun bertek nîşanî hewla derbeya eskerên mensûbên FETOyê da û li wê derê eskeran gule berda û ew jî birîndar bû û niha tedawiya wî li Navenda Tipê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Înonuyê dewam dike.
Xwendekarê ciwanê ku gule li zikê wî ket daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku demekê di beşa nexweşiyên giran da hat tedawîkirin û niha ji ber ku talukeya mirinê nema ew derbasî odeyê kirin.
Gun der heqê wê şevê da ragihand ku dema têlevizyon temaşe kir rastî bûyerê hat têlefonî nas û dostên xwe kir û ewilî li ber Walîtiya Meletiyê civiyan û wiha pê da çû: "Em ji bo bertekê nîşanî hewldana derbeyê ya FETOyê bidin derketin kuçe û kolanan. Ez wisa bawer dikim ku heke me piştgirî neda heta serê sibehê ne namûs û ne jî wetan dima. Ez bi vê baweriyê çûm. Ez ji ber ku çûme qet poşman nînim, ez heke baş bûma ezê niha dîsa biçûma."
Gun got ku heta serê sibehê li ber derê walîtiyê sekinîn û piştî ku ji Fermandariya Artêşa 2yemîn dengê çekan hat berê xwe dan wê derê û wiha pê da çû: "Em dema ku li ber fermandariyê disekinîn eskeran em tehrîk dikirin. Ez derketim ser qamyonê paşê çûn, bi qasî 120 metre dûr yekî birutbe hebû, min jî protestoya xwe domand. Paşê guleberdanê dest pê kir. Min hîs kir ku wê gule li min bikeve. Ez dîsa jî li ser qamyonê rûniştim lê min dît ku esker ji hember va nîşan girt û ez bi ser serî ketim xwarê. Bûyer yekoyek di bîra min da ye. Min got qey ezê bimirim lê Xwedê ji wan razî be gelek baş li min nihêrtin. Ez niha gelekî baş im. Dengê min diçe kê bila dev ji vê piştgiriyê bernedin."