ANKARA
Li hember hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) ji roja pêşî vir va bi bangewaziya Serokomar Erdogan 'qadan vala nahêlin' li 81 wîlayetê Tirkiyeyê nobedariya demokrasiyê digirin.
- Enqere
Li Kizilayê protesto didomin
Welatiyan alaya Tirkiyeyê girtin destê xwe û bi mebesta protestoya hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) dîsan Meydana Kizilaya Enqereyê tijî kirin.
Ji aliyekî din va welatiyên ku danê êvarê li Beştepeyê li ber deriyê Kulliyeya Serokomariyê kom bûn, li Mizgefta Milletê nivêja xwe kirin û piştî nivêja ji bo şehîdên demokrasiyê Quran tîlawet kirin û ji bo duayan destê xwe bilind kirin.
- Hekarî
Li Hekariyê bi hezaran kesî dua ji şehîdên demokrasiyê ra kirin
Li Hekariyê protestoya hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) didome.
Danê êvarê nêzîkî 4 hezar kes bi alayên tirkî li ber deriyê Walîtiyê civiyan û bi diruşmên weke "Xwe netewîne ev gel bi te ra ye" terefdariya xwe ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan anîn ziman.
Piştra jî ji bo şehîdên dema teşebusa darbeya FETO dua kirin.

- Mêrdîn
Li Mêrdînê protestoyên hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) berdewam in.
Bi hezaran welatî ku di nava wan da nûnerên partiyên siyasî û nûnerên sendîka û saziyên civakî yên sivîl hebûn, bi alayên Tirkiyeyê li ber deriyê Serokayetiya Wîlayetê ya AK Partiyê civiyan.
Welatiyan digel xwendina diruşmên weke, "Darbe serî nagirin, ezan bê deng nabin", "Recep Tayyip Erdogan", "Mêrdîn li vê derê ye, FETO li ku derê ye", "Em îdamê dixwazin" tekbîr anîn.
- Sêrt
Li Sêrtê peyama yekîtî û bihevrabûnê
Li Sêrtê welatiyan bertek nîşanî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) dan.
Welatiyan bi alayên Tirkiyeyê û xwendina diruşmên weke, "Şehîd namirin, welat nayê perçekirin", "Recep Tayyip Erdogan", "Sêrt li vê derê ye, darbekar li ku derê ne", "Em îdamê dixwazin" bi wesayitan tûr avêtin.
- Şanliurfa
Li Qada Rabîa ya Şanliurfayê diruşmên dijî rêxistina terorê
Li Şanliurfayê protestoyên hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) berdewam in.
Welatî li Qada Rabîayê û li ber deriyê Fermandariya 20emîn Tugaya Zirxkirî civiyan, alayên Tirkiyeyê bilind kirin û terora FETO protesto kirin.
- Bitlîs
Li Bitlîsê piştî nivêjê welatî herikîn qadan
Li Xelata navçeya Bitlîsê, welatiyên ku bertekê nîşanî hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) didin, di girtina nobedariya demokrasiyê da berdewam in.
Welatiyên ku piştî nivêja eşayê li ber deriyê Mizgefta Mezin kom bûn bi xwendina diruşman heta qada taxa Selçukluyê meşiyan.

- Mûş
Li Mûşê bi tekbîran darbe hat protestokirin
Li Mûşê welatî li qadan civiyan û bertek nîşanî teşebûsa derbeya leşkerî ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) dan.
Welatiyên ku li Qada Şaredariyê kom bûn bi tekbîran û bi xwendina diruşman hewla darbeyê protesto kirin.
- Adiyaman
Li Adiymanê xwepêşanda didomin
Piştî hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) xwepêşandanên protestoyê yên ku li Adiyamanê serî hildan didomin.
Welatî li qada pêşiya Wîlayetê civiyan û nobedariya demokrasiyê girtin.
- Wan
Li Wanê bi hezaran welatî ji bo nobedariya demokrasiyê li kolanê ne
Hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) li Wanê ji aliyê hezaran welatî va hat protestokirin.
Welatiyan alaya Tirkiyeyê girtin destê xwe û bi mebesta protestoya hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) Qada Beşyolê dagirtin.
Welatiyan diruşmên weke "Şehîd namirin, welat nayê perçekirin", "Recep Tayyip Erdogan", "Wan li vê derê ye, darbekar li ku derê ne", "Em îdamê dixwazin" û "Na ji bo darbeyê" xwendin.

- Elazîz
Li Elazîzê nobedarî didome
Elazîzî bi mebesta protestoya hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) li qada Îzzet Paşayê civiyan û nobedariya demokrasiyê girtin.
Herwiha Komek cotkar bi traktoran û komek karmendên tendirustiyê bi ambûlansan hatin qadê û piştgiriya xwepêşanderan kirin.
- Erzirom
Li Erziromê nivêja teheccudê kirin
Li Erziromê welatiyên ku bi mebesta protestoya hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) li qada civiyabûn nivêja teheccudê kirin.
Welatiyên ku li Qada Yakutiyeyê civiyan bi alayên Tirkiyeyê li dijî FETOyê diruşm xwendin û darbe protesto kirin.