12 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ÎZMIR
Organîzasyona bi navê "Kûpaya Demokrasiyê ya 15 Tîrmehê" ya ku Weqfa Pêşvebirin û Yekîtiya Klûbên Sporê yên Îzmirê ji bo protestokirina hewla derbeya 15 tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li dar xist li Stada Îzmir Ataturkê hat kirin.
Tîmên ku ji gogbazên klûbên li Îzmirê pêk dihat bi armanca protestokirina hewla derbeya FETOyê qismek di bi tîma sor û qismê din jî di tîma spî da derketin qadê.
Şêniyên Îzmirê jî piştgirî dan organîzasyonê û li trîbunan bi alayên Tirkiyeyê va cihên xwe girtin, dirûşmeyên wek "Şehît namirin, welat perçe nabe" berz kirin, hewla derbeya FETOyê û bûyerên terorî protesto kirin.
Di organîzasyonê da gogbazên Altay, Altinordu, Goztepe, Îzmirspor û Karşiyakayê cih girtin.
Gogbazên tîma spî organîzasyona "Qûpaya Demokrasiyê ya 15 Tîrmehê" 4 û 0 ji tîma sor birin û bûn xwediyê kûpayê.