12 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna der barê hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê avahiya Dîwana Muhasebatê kontrol kir.
Di operasyonê da 120 polês û 15 dozgeran cih girt û di odeyên xebatkarên Dîwana Muhasebatê yên ku dihat gumankirin endamê FETOyê ye da ne jî lêgerîn hat kirin.
- Dest danîn ser ewraq û belgeyan
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê dest danî ser gelek ewraq û belgeyên ji odeyên kesên ji wan guman dihat kirin.
Piştî lêgerîn û kontrolkirina odeyan serdozger, dozger û polês ji avahiyê derketin û çûn.