Elif Orhan
01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokomariyê da zanîn ku hin şaxên çapemeniyê teşbîha "Almanyaya Hîtler" ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema ku ji ziyareta Erebistana Siûdî vegeriya got bi eşkere berevajî kirine û bi maneyeke bereks de bi kar anîne.
Serokomariyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku piştî ku Erdogan ziyareta xwe ya Erebistana Siûdî temam kir duh li Balafirgeha Ataturkê ya Stanbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
- "Bi awayekî eşkere berevajî kirin û maneyekî bereks danê û wisa bi kar anîn"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin şaxên çapemeniyê teşbîha "Almanyaya Hîtler" ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema ku ji ziyareta Erebistana Siûdî vegeriya got bi eşkere berevajî kirine û bi meneyeke bereks de bi kar anîne û sê xalên ku Erdogan di civîna çapemeniyê de destnîşan kir wiha hatin rêzkirin:
1) Pergala serokatiyê li dewletên unîter jî heye. Pergala serokatiyê ne mecbûr e ku xwe bispêre federalîzmê.
2) Ya ku hem di parlementeriyê de hem jî di pergala serokatiyê de esas e bicîanîna prensîba edaletê û pêkanîna daxwazên gel e.
3) Hezkî bila parlementerî be hezkî bila pergala serokatiyê be dema ku pergal ji bo xirabiyê bê bikaranîn wekî ku li Almanyaya Hîtler hat bikaranîn dibe ku birêvebiriyên nebaş ên ku bi felaketê encam bidin derkevin holê. Ne parlementerî ne jî pergala serokatiyê tenê serê xwe nikare bibe asteng ku encamên wiha dernekevin holê. Ya girîng ew e ku awayekî birêvebirinê ya ku xizmetê gel dike bê pejirandin."
- "Ne li gor prensîbên nûçegihaniya objektîf û durist e"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan ji bo ku van mijaran destnîşan bike berê niha jî mînaka Almanyaya Hîtler da û hat destnîşankirin ku hin şaxên çapemeniyê nûçeyên wekî "Erdogan ji bo pergala serokatiyê ya bi tesîr Almanyaya Hîtler nîşan da" hatin çêkirin û ev yek ne li gor prensîbên nûçegihaniya objektîf û durist e.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Teşbîheke wiha tune. Birêz Serokomarê me holokost û antîsemîtîzmê bi îslamofobiyê re wekî sûcekî mirovahiyê îlan kiriye. Hewldanên ji bo ku gotinên Birêz Serokomarê me wekî başnîşandana Almanyaya Hîtler bidin nîşan nayê qebûlkirin."