11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ANKARA
TSK û ASAyê di çarçoveya Operasyona Çiqla Zeytûnê da li rojavayê Efrînê gundê Hecî Îskender ji PYD/PKKê safî kir
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di Operasyona Çiqla Zeytûnê da li rojavayê Efrînê gundê Hecî Îskender ji terorê safî kir.
Li gor ragihandina nûçegihanên AAyê yên li herêmê, TSK û ASAyê li rojavayê Efrînê Hecî Îskendera gundê li ser beldeya Cindirêsê ji PYD/PKKê xelas kir.
Artêşa Tirkiyeyê û ASAya ku piştgiriyê dide operasyonan ji destpêka herekatê vir da ji 5 bajarokên Efrîna di dagirkeriya PYD/PKKyê da ye, navenda bajarokekê, 31 gund, 3 gom û 13 çiya û girên stratejîk bi tevahî 48 cî xilas kirin.
Navê niştewar û ciyên stratejîk ên ku ji rêxistinên terorê hatin xilaskirin wiha ne:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar û Şêxuzê, Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê, Girê Kurdo, 2 gomên gundê Şêxurzê, Çiyayê Eyn Batmanê, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana û Kirmiziya gundên Recoyê, Girê 915an, Girê 740î, Girê 1027an, Gundê Ceqla Fewqanî û Çakalliya Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal ên li ser Şêx Hedîdê, gundên Hecî Îskender, Dêra Ballutê, Hemam, Nisriye, Dukan û Eşkanê, girên Mersîdes û Nisriyeyê yên li ser Cîndirêsê, Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê û gundên Qestel Cundo û Dîkmetaşê yên li ser Şêranê."
Hat ragihandin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê vir va hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin derket hezar û 266an.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Fermandariya Hêzên Asîmanî hemleya asîmanî li dar xist, 19 hedefên rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê yên ku wekî stargeh, depoya muhîmatan û kozik dihatin emilandin, ji navê birin.
Balafirên şer ên ku tevlî hemleya asîmanî bûn vegeriyan baregehên xwe û herwiha di operasyonên duh da 86 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Hejmara terorîstên ku ji destpêka operasyonê vir va hatin berterefkirin, derket hezar û 266an.
- Mewziyên terorê yên li rojavayê Efrînê tên topbarankirin
Mewziyên terorê yên li hemberî navçeyên Hatayê Reyhanli, Kirikhan û Hasayê ji aliyê topxaneyên Artêşa Tirkiyeyê ve tên topbarankirin.
"Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike di 20ê rêbendanê da dabû destpêkirin, berdewam e.
Mewziyên terorê yên li çoltera rojavayê Efrînê ku di heman demê da dikevin hemberî navçeyên Hatayê Reyhanli, Kirikhan û Hasayê ji aliyê topxaneyên Artêşa Tirkiyeyê bi topên obus û hawinan va tên topbarankirin.
Li ser xeta sînor sewqiyata wesayîtên eskerî dewam dike û herwiha ji gelek noqteyî dûman bilind dibe.