ROMA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da Lucîa Goracciya ji kanala Rainews24 a Îtalyayê û pirsên der barê hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û geşedanên dawîn da bersivand.
Serokomar Erdogan der barê şermezarkirina Ewropayê ya ji bo hewla derbeyê û gotinên Federîca Mogherîniyê yên ji bo parastina dewleta hiqûqê da wiha got: "Divê ez beriya her tiştî vê bibêjim: Yên ku der barê rêxistina xeber didin hê nas nekirine. Ev rêxistin dişibe Locaya P2yê ya li Îtalyayê. Helbet P2 rêxistineke krîmînal e, lê ev rêxistin di bin kirasê dîn û baweriyê da xwe veşartiye."
Erdogan şiroveyên Nûnera Bilind a Ewlehî û Polîtîkaya Derva ya DYAyê Federîca Mogherîniyê yên der barê hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da rexne kir û wiha xeberda: "Xanim û hurmeta Mogherînî divê beriya her tiştî ji derva da xeber nedaya. Divê bihata Tirkiyeyê. Li Belçîkayê dema bûyereke wiha dibe, li Parîsê bûyerên terorê dibin, 5 an jî 15 kes dimirin, her kes li wir dicive ne wisa? Li Tirkiyeyê li dijî demokrasiyê derbe dibe û di encama derbeyê da 238 kes şehît dibin. Mixabin ji Ewropa, Yekîtiya Ewropayê û Konseyê kes nehatiye Tirkiyeyê. Nabêjin derbasî be û nayên rewşa Parlementoyê nabînin, bila werin bibînin."
- "Divê hemû vîrusên ku ketine nav saziyan bên paqijkirin"
Serokomar Erdogan bang li Federîca Mogherîniyê kir ku xwe bike ciyê wan û wiha dewam kir: "Ez dipirsim, heger Parlementoya Îtalyayê were bombekirin wê bertek çi be? Mogherînî wek keseke ji Îtalyayê wê bibêje qenc û xweş kirine, wê pêvajoya hiqûqî çawa dewam bike, ez di nav metirsiyê da me, wê wiha bibêje?"
Erdogan bal kişand ku FETO xwe di hemû qedemeyên dewletê da bi cih kiriye û wiha xeberda, "Li vî welatî ev vîrusên ku xwe di nava Hêzên Çekdar da edilandine, xwe di nava teşkîlata Ewlekariyê da edilandine, xwe di nava darazê da edilandine, xwe di nava hemû dem û dezgehên dewletê da edilandine, divê bên paqijkirin."
Serokomar Erdogan helwesta welatên rojava jî rexne kir û wiha got, "Rojava pişta demokrasiyê, an pişta derbeyê dike? Ez van daxuyaniyan wekî ku ev pişta derbeyê dikin, dixwînim. Heger van, pişta demokrasiyê bikira, daxuyaniyên wan jî dê di vê îstiqametê da bûya. Lêbelê xwe dan dest."
"Almanyayê çawa îzah bike?"
Erdogan da bibîrxistin ku li bajarê Kolna Almanyayê yekşema borî bi beşdarbûna piraniya welatiyên eslê xwe tirk va "Li Hemberî Derbeyê Mitînga Demokrasiyê" hat lidarxistin û wiha pê da çû:
"Xwedan li demokrasiyê derkeve, li hemberî tundiyê raweste, li hemberî derbeyê raweste; mitîngeke bi vî rengî. Jixwe ewil der heqê vê mîtingê da li Kolnê zehmetî kişandin ku îznê bidin heyeta organîzasyonê, îzin nedan. Lêbelê qasek beriya wê îzin dan PKKya ku Yekîtiya Ewropayê wekî rêxistineke terorê qebûl dike ku bi vîdeokonferansê va weşanê bike. Dadgeha Makezagona Eyaleta wir destûr neda min ku ez wekî Serokomarê Komara Tirkiyê bi telekonferans an jî bi vîdeokonferansê va bangî qelebalixa li wir ya ku mafê xwe yê demokratîk emiland û li wir civiya, bikim. Aniha ez pirsiyar dikim, heger miqamên rayedar û daraza alman îdia bike ku dewleteke demokratîk a hiqûqê ye, wê demê dê çawa îzah bike ku nehiştin ez, wekî Serokomarê Komara Tirkiyê li ser vîdeokonferansê biaxivim."
"Di demokrasiyan da merciyê biryarê milet e"
Nûçegihana îtalyan pirsî, "Li Îtalyayê cezayê dardakirinê tune. Mijara dardakirinê ku dîsa bê rojevê û li Tirkiyeyê cezayê îdame hebe gelo Yekîtiya Ewropayê ewê vê nede ber çavên xwe, an jî di navbera Tirkiye û YEyê da têkiliyê sar nebin?" li ser vê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Binihêrin nika li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune. Nika xêncî Ewropaya beja li gelek welatên dinyayê gelo hê îdam heye? Heye. Ez nika ji we ra bêjim; li Amerîka, Japonya, Çîn, Hindistan, Endonezya, Bangladeş, Îran, Pakistan, Taywan, Belarûs, Erebistana Siûdî, Yekîtiya Mîrektiyên Ereban, Kuweyt, Domînîk, Kuba, Bahamayan hê jî cezayê îdamê heye, bi tenê li welatên endamê Yekîyiya Ewropayê tune, rewş ev e. Em çi dibêjin? Gelo daxwazeke welayitên me ya wisa heye? Heye. Nika ji sedî 75ê lêpirsînên raya gişkî vê nîşan didin."
Erdogan destnîşan kir ku biryara parlementoyê beriya her tiştî tê û wiha got: "Heke parlementoya me rabe ji bo îdamê biryarê bide wê çaxê ew biryara ew ê li ser her tiştî be, tu kes nikare li ser vê tiştekî bêje. Lewra Di demokrasiyan da merciyê biryarê milet e. Nûnerê milet ku der e? Parlemento ye. Dema ku parlementoyê biryareke wisa da wê çaxê her tişt temam e, em nikarin tiştekî bêjin."
Pêşkêşvana îtalyan got "Gelo hûn bawer dikin ku ev welatana ciyên ewledar in?" li ser vê Serokomar Erdogan got, "Dibe ku Amerîka ji Îtalyayê ewledartir be, kêfxweştir be. Şert û mercên li wê derê ji gelek welatên endamê YEyê baştir e. Ku lazim bike meriv dikare mînakan jî bide. Mesela şert û mercên jiyana li Japonyayê ji ya welatên endamê YEyê ringtir e."
Mijara bi YEyê ra serbestiya vîzeyê
Rojnamevana îtalyan bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got heke hetanî cotmehê mijara serbestiya vîzeyê neyê çareserkirin ew ê peynama ku Tirkiyeyê û YEyê îmze kiribû yê ji holê bê rakirin li ser vê Serokomar Erdogan got, "Rast gotiye. Lewra di vê mijarê da ji bo îadehildanê dibê serbestiya vîzeyê hebe, dema ku vîze tunebe paşdahildan jî xilas dibe."
Îadekirina serkirdeyê FETO
Serokomar Erdogan li ser pirsa, ji bo îadekirina Fetullah Gulenê serkirdeyê FETO dosye ji Amerîkayê ra hatin şandin an na û wezîrên Karên Navxweyî û Dadê ji bo çûyîna Amerîkayê amadehiyê dikin an na, wiha got: "Jixwe dosyeyên ku me bi rêya înterneyê şandin heye, ango beriya hewla derbeyê dosyeyên ku me şandibûn hene. Piştî derbeyê jî me şandin. Piştî ku karên darazê pêş ketin, Wezîrê Karên Derva, Wezîrê Dadê, nûnerê min ê taybet wê wek heyet biçin. Wê hemû belgeyan bi vîdeoyên wan va ji wan ra bibêjin. Lê ez ji dostên me yên amerîkayî ra wiha bibêjim; ev meriv û rêxistina ku serokatiya wê dike, di nav lîsteya terorê ya ku Lijneya me ya Ewlehiyê ya Millî îlan kiriye da ye. Hikûmeta me jî dîsa ev kiriye nav lîsteya terorê, ev li holê ye. Wexta ku amerîka ji me terorîstekî dixwaze, me ji wan belge nexwast, me negot vê bişînin, wê bişînin û me daxwaza wan bi cih aniye."
Serokomar Erdogan diyar kir, ew hêvîdar e ku Amerîka daxwaza Tirkiyeya ku mittefîqê NATOyê ye, pêk bîne û wiha dewam kir: "Ez temenî dikim ku wê bersiveke erênî bidin û vî zilamî jî teslîmî me bikin. Piştî teslîmkirinê jî edaleta tirk, çi hewce bike, wê bike."
Erdogan li ser pirsa rojnamegera îtalyan ya "Heke Amerîka Gulen îade neke, wê çawa bibe" wiha bersiv da:
"Vê gavê têkiliyên me û yên Amerîkayê mijareke din e, daxwaza me ya ji bo vî zilamî mijareke din e. Bidin, heke ku wê were darizandin, em vî bidarizînin; daxwaza me ev e. Lê têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê li ser îhtimalan kifş nabin. Têkiliyên me wê dîsa bidomin, lê ev mijar wê helbet me birîndar bike, ez vê jî bibêjim."
news_share_descriptionsubscription_contact
