03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
BRUKSEL
Serokwezîrê Swêdê yê Berê Carl Bîldt di malpera Polîtîcoyê ya ku navenda wê DYAyê ye de gotarek nivîsand. Bild di nivîsa xwe de behsa bêdengiya Ewropayê ya li hember hewldana derbeya Rêxistina Terorê Fetullahî (FETO) kir û got "Ewropa Erdogan biparêze".
Bildt got ku herêm li ser nirxên demokratîk ava bûye û derbe divê neyê kirin û wiha dewam kir: "Ma Bruksel radizê? An haya wê tune? divê ev pirs ji Ewropayê bê pirsîn. Derbekaran dikaribû li kolanên Enqere û Stenbolê komkujiyan bikin. Bûyerên tundiyê yên ku piştî derbeya tîrmeha 2013an li Qahireyê çêbûn bînin bîra xwe. Heke li Tirkiyeyê derbe ser biketa îhtimaleke mezin li welêt şerê navxweyî wê çêbûbûya ku encamên wê jî wê pir giran bûbûya. Bi milyonan welatiyên tirk ji bo ku tundî, alozî û mirinê birevin wê wek 2 milyon sûriyên xwe spartibûn Tirkiyeyê wê bihatana Ewropayê. Di rewşeke wiha de YE wê felaketeke mezin a koçberiyê re rû bi rû bimaya."
Bildt got ku li Tirkiyeyê hewldana derbeyê têk çû, lê gelek kes mirin û birîndar bûn û wiha axivî: "Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bilez hatin li cem hev û derbe şermezar kirin. Hêvî dikim ev piştgirî demokrasiya li Tirkiyeyê xurttir bike."
Bildt der barê berteka YEyê di şeva derbeyê da wiha got, “Berteknîşandana YEyê li dijî şeva derbeyê hinekî wext ajot. Piştî şeva derbeyê tU nîşaneke wiha nîne ku tevî wê tehdîda girana dijî pergala destûrî ya Tirkiyeya namzet, nûnerên YEyê yên qidemdar serdana wê bikin. Li şûna vê yekê ew tevdîrên ku rayedarên Tirkiyeyê bi mebesta paqijkirina hêzên tevgera Gulenî dest pê kiribûn, Serokên Ewropa ketin jêpirsîna wan.”
Bildt herwiha got, “Jibîr kirin ku Frensayê bi xwe jî di meha mijdarê da piştî êrîşa Parîsê heman tişt kir, lê dema ku Tirkiyeyê xwest ku Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê demkî rabigre, Serokên Ewropayê qêriyan û anîn ziman ku vê yekê pesend nakin. Bila qet gumana we nebe, Tirkiye wê hemî wextan tevdîrên xwe li dijî wan kesên ku dixwazin pergala wê ya destûrî birûxînin, bistîne û wê xwe biparêze. Bi dilsozî hêvî dikim dema bûyer sar bûn Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê wê bi pir dîqet li vê rewşê bikolê.”
“Ewropa bi metirsiya windakirina desthilata xwe ya rewiştî ra rûbirû ye”
Bildt anî ziman ku plana çûna Enqereyê ya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland erênî ye û wiha pê da çû: “Heke Ewropa bi taybet nêrîna xwe ya dijî mijarên derbeyê yê bi xwe va eleqedar dîsan kontrol neke, wê bi metirsiya windakirina desthilata xwe ya rewiştî ra rûbirû bimîne. Helwesta bêrûmeta YEyê ya li hember derbeya Misrê ya 2013an, nîşan dide ku di ve mijarê da pozîsyona wê wêran bûye.”
Bildt got, “Heke serokên YEyê piştî wê hewla derbeyê demildest serdana Tirkiyeyê kiribana û pîrozbahiya gelê Tirkiyeyê kiribana û li tenişta Serokomar, hikûmet û parlemanê rûniştana wê îro di pozisyoneke baştir da bûna. Bila baş bizanin ji bo Ewropa rûreşî ye ku yekem serokê ku serdana Tirkiyeyê bike Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn e.”