03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
DİYARBAKIR
Li Licêya Diyarbekirê jineke bihemle ji ber berf û bagerê di gundê xwe de asê ma û helîkoptera ambûlans gihîşt hawara wê.
Bahtişen Tektaş li gundê Ecemişa ser bi Licêya Diyabekirê ji ber berfê rêya gundê wan girtiye di malê de asê ma û telefonî Servîsa Acil 112ê kirin.
Ambûlansa bipalêt ji ber ber berfê nekarî bigihê gund.
Li ser vê yekê Rêvebiriya Tendurista Diyarbekirê helîkoptera ambûlans bi hawara jina bihemle ve şand û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku rewşa Tektaş baş e û tê dermankirin.