Ekip
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan welat bi 780 kîlometrekareyî yek welat e, bila kes ji bo operasyonan nefikire, eger bifikirin wê berdêla vê giran bidin û got: "Hewcedarî çêbibe wê li Qendîlê jî bikin. Çima? Me gotibû em ê bikevin şikeftên wan û heta em wan xilas bikin têkoşîna me wê berdewam bike."
Li Navenda Kongre û Çandê ya Millet Beştepeyê ji bo 79emîn mirina Mustafa Kemal Ataturk bernameya bibîranînê hat lidarxistin û Serkomar Erdogan li vir axaftinek kir.
Di destpêka axaftina xwe de Erdogan rexne li CHPê girt û got:
"Têkiliya CHPa ku îro îdia dike mîratxwira Ataturk e jixwe bi Ataturk ra zehf zeyîf bû û di 10ê Mijdara 1938an da jî ji binî va qut bûbû."
Bal kişand ser îcraetên CHPê û wiha agahî da:
"Hetanî ku Ataturk mir li ser pereyê Tirkiyeyê resma wî hebû. Lêbelê piştî mirina wî wêneya wî ji ser rakirin û wêneya Înonu danîn ser pereyan. Kê ev kir? Zihniyeta CHPê ya wê rojê. Îro çaxa li rêza pereyên Bankeya Navendî mêze dikin xanê dike. Ji tarîxekê pê va CHP bûye ya Îsmet Înonu û paşê jî bûye ya hemû serokên giştî yên CHPê. CHPa niha jî ya serokê nika ye. Têkilîdanîna di navbera vê partiyê û Ataturk da derewa herî mezin li dijî Xazî ye.
Li ser giringiya Ataturk jî wiha axivî:
"Sedsala derbasbuyî em dibînin ku her welatek li gorî xwe serokek derxistiye holê di pêşengiya wî kesî de li rizgariyê geriyaye. Ji wan hinekan daxwaza welatên xwe bicih anîne û serkeftî bûne. Bêşik Ataturk jî yek ji wan serokan e. Li vê derê pirsgirêk ew e ku zihniyetek rabûye Gazî Mustafa Kemal bona armanc û îdeoliya xwe kirine melzeme"
Serokomar Erdogan der heqê bûyerên li Sûriye û Iraqê de jî wiha nirxandin kir:
"Em li Mîsaqa Milliya xwe ya ku di destpêka Şerê Rizgariyê dan destpêkirin xwedî derneketin. Niha heke bala we dikişînin ser geşedanên li Sûriyeyê û li Iraqê ez yek caran tiştekî dibêjim. Ev çi ye, dibêjim 'Em mecbûr in ku dîsa li Mîsaqê Milliya xwe xwedî derkevin'. Heke em ji sînorê xwe yê Mîsaqê Millî va bên tacîzkirin, heke ji wan hidûdan êrişî welatê bikin em nikarin bibêjin 'Kerem bikin dewam bikin'."
Di dewama axaftina xwe de behsa hedefa 2019an kir û got:
"Di van demên dawîn da wisa ser me dan hatin ku piraniya amûrên di destê xwe da xilas kirin. Faşîstên ku wek demokrat xanê dikin îfşa bûn. Lîstikên wek heq û hiqûqê nîşan didan îfşa bûn. Xayînên ku bi salan e di saziyên dewletê û civakê da hatibûn bicîkirin îfşa bûn. Aktor û armanca hewla avakirin xeta terorê ya li sînorê me îfşa bûn. Hemd ji Xwedê ra êdî li pêşiya Tirkiyeya ku ji heqê wan hemûyan derket îmkanên cuda, rêyên cuda hene. Nika li pêşiya me îmtihaneke ku dibê jê derbas bibin heye, ew jî hilbijartina 2019an bira bêyî bela û bêyî qeza derbas bibe."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Ez ji bêyî aliyê aborî û siyasî dibêjim sedema herî girîng a wan pirsgirêkên ewlehiyê yên ku îro li sînorên başûr ên welatê me diqewimin ew tawîz in ji Mîsaqa Milî hatine dayîn. Heke ew tawîz nehatina dayîn niha emê lê kê derê bûna, fehm bikin, bînin bîra xwe. Ew kesên duh em avêtin pişt Mîsaqa Milî îro Lozanê datînin aliyekî û li ser hesabê Sevrê hesaba dikin, tiştekî nabînin, Tirkiyeya îro Tirkiyeya duh nîne."
Ji bo operasyona ser Qendîlê jî wiha nirxandin kir:
"Ev welat bi 780 kîlometrekare yek welat e. Bila kes ji bo operasyona nefikire, eger bifikirin wê berdêla vê giran bidin. Niha leşkerên me, fermandarên me yên sereke, Sererkanê me şev û roj li vê zivistanê li Çiyayê Tendûrekê, li Cûdiyê, li Gabarê operasyonan dikin û wê bikin. Hewcedarî çêbibe wê li Qendîlê jî bikin. Çima? Me gotibû em ê bikevin şikeftên wan û heta em wan xilas bikin têkoşîna me wê berdewam bike. Emê mirazê wan kesên ku agir berî herêma me dan û tu dibê parçe parçeyî kirin, dixwazin heman tiştî bînin serê welatê me jî di çavê wan da bihêlin."