03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê 100 xwendekarên dibistanekê bi îdiaya ku piştî xwarinê nexweş ketine, rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Yeşîlurfaya navçeya Halîliyeyê, dibistana seretayî û ya navîn ya Yeşîlurfayê piştî firavînê zikê 100 xwendekarî êşiya û dilê wan li hev ket.
Mamosteyan xwendekarên nexweş bi wesaîtên xwe birin nexweşxaneyan. Li ser cabê gelek ambulans jî şandin dibistanê û ambulansan xwendekar rakirin nexweşxaneyan.
Serhekîmê Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan ya Şanliûrfayê Ahmet Guzeldag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Nêzî 30 xwendekarî bi şîkayeta jehrîbûna xidayê anîn nexweşxaneya me. Li vê derê midaxale li wan hat kirin. Tetkîkên gelekan hat kirin û çavdêriya wan tê kirin. Zarokekî ku rewşa wî xerab be, tuneye. Me agahî da malbatên wan. Rewşa zarokên me baş in."
Hat gotin, rewşa 70 xwendekarên ku rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan, baş e.