18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Serokê Bajêr ê Stenbolê Erdal Elîbuyuk li Stenbolê hat ziyareta Huseyîn Altinalanê Edîtorê Nûçeyên Stenbolê yê Ajansa Anadoluyê.
Elîbuyuk di ziyaretê de der barê encama dengdayîna gel a 16ê nîsanê de axivî û got ku ev encam ji bo partiya wan ne suprîz e.
Elîbuyuk anî ziman ku li hember çeka PKKê hilbijêran terciha xwe ji bo "erê" da û wiha axivî: "Ji ber vê, encama ku derketiye holê divê baş bê nirxandin. Pêvajoya çareseriyê an jî bi navên din va ew heyam divê cardin dest pê bike. Lê divê nexşerê û muxatabên wê baştir bin. Hilbijêrên kurd ev derxistin holê ku bila pêvajoyeke nû dest pê bike. Li gor me referandum jî gaveke ku Tirkiye ji sîstema wesayetê, ji wesayeta leşkerî û darazê xilas bû. Ev beyana niyeteke baş bû. Ji ber vê, him di hundir de û him jî li derva hema bibêje sed sal e ku ji bo xweseriyê bi dest bixe, ji qeyd û bendan xilas bibe ev dengdayîn gavek bû."
Elîbuyuk diyar kir, HUDA PARê ji roja avabûna xwe heta niha di demên krîtîk da rolên krîtîk hilda û divê di referandumê da helwesta wê ya "erê" jî bi vê nezerê were dîtin.
Elîbuyuk diyar kir, ew wek şexis an jî partî li guhertina makezagonê nanihêrin, ew wek guhertina pergalê dibînin. Elîbuyuk di demên pêş me da giraniya HUDA PARê wê demên pêş me da zêdetir bibe û zêdetir were axaftin û wiha dewam kir:
Elîbuyuk li ser tercihên referandumê jî wiha axivî:
"HUDA PARê li herêmê hemleyên girîng kirin. Berpirsiyariyeke girîng bi cih anî. Girseyek nediçû ser sandoqê. HUDA PARê ew jî qanî kir. Girseyek ji çekên PKKê ditirsiya ku here ser sandoqê. Bangewaziya 'erê' ya HUDA PARê cesaret da mirovan. Hilbijêrên kurd ji wesayeta çekê ra got 'bisekine'. Li berevajiyê Rojava û Amerîkayê. Bi taybetî jî kurdan karta sor da nîşanî welatên Almanya û Hollanda ku taşerontiya Amerîka û Îngiltereyê dikin û bi pirsgirêkên li nav Tirkiyeyê dileyîzin."