28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Gîneyê Alpha Conde piştî hevdîtinên rû bi rû û yên di navbera lijneyan de yên li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku cihê Conde yê li Tirkiyeyê cuda ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê de û piştî wê dostê min ê hêja Conde yek ji kesên ewil ên ku telefonî me kir û pêvajo şopandin bû. Birêz Serokomarê me demildest piştî teşebûsa derbeyê dijî hemû saziyên FETO yên li welatê xwr dest bi hereketê kir. Înşeallah em ê hemû bi hev re vê rêxistina terorê ya ku ev 40 sal in bi gotina 'perwerde, xizmet, hîmmet' mal û ewladên vê gelê xesb kir tesfiye bikin. Dostên me yên afrîkayî jî bi taybetî piştî 15ê tîrmehê niyeda vê rêxistinê ya ku hewl dida veşêre dîtin. Tu rêxistinên ku xwîna mesûman dirije heta îro bi ser neket, nabe, înşeallah dê FETO jî bi hewldanên me yên hevpar bikeve nav sepeta çopê ya dîrokê."
- "Sozên ku didin bi cî naynin"
Ji Serokomar Erdogan nirxandina wî ya der heqê "Rewşa dawîn a Herekata Mertala Firatê û çima hêzên koalîsyonê piştgiriya asîmanî didin û serokdewletên ku beşdarî koalîsyonê bûn re hevdîtinek plan dikin an na û piştî pevçûnên ku li El Babê giran bûn û spekulasyonên der barê DEAŞa rêxistina terorê çekên xwe yên giran, êrîşkarên xwe yên xwekujiyê şandiye herêmê" hat pirsîn. Li ser vê yekê Serokomar Erdogan wiha axivî: "Me niha li El Babê ji çar aliyan ve DEAŞa rêxistina terorê dorpêç kiriye. Hêzên koalîsyonê mixabin ku niha sozên ku dane nagirin. Soza ku dabûn cuda bû lê niha di rewşeke cuda de ne. Wisa be jî nebejî em niha bi biryardarî rêya xwe de berdewam dikin, em ê berdewam bikin. Ne mimkûn e ku em ji vê rêya ku ketinê paş de vegerin."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ango ji Reqayê tê nayê, hevalno ev hemû bûyer stratejiyek in, ji bîr nekin di nav stratejiyê de taktîkên wan jî hene, ha hewcedariyên stratejiyan jî tên kirin. Hemû taktîk jî tên nirxandin, li gor wê ev pêngav tên avêtin. Hêzên koalîsyonê di serî de çi digotin, digotin ku 'Em ê heta dawî dijî DEAŞa rêxistina terorê têkoşîna xwe bidin'. Heta me jî bi piştgiriya DEAŞê sûcdar dikirin. Niha hemû ji holê winda bûne. Bereksê wê DEAŞ jî di nav de piştgirî didin YPG, PYDya rêxistina terorê. Gelekî eşkere, zelal li holê ye. Hemû bi awayekî tescîlkirî, bi wêne, qeydên vîdeoyan di destê me de belgeyên wan hene. Bi awayekî niha em ê navika xwe bi xwe bibirin. Şehîdên me hene, canê me zehf diêşe lê em êdî nikarin paş de vegerin. Ji ber ku em ê prensîba herêma ku ji terorê hatiye paqijkirin pêk bînin."
- "Çi hewce bike em ê bikin"
Serokomar Erdogan got ku li El Babê têkoşîna hêzên ewlehiyê berdewam dike û dê berdewam jî bike û wiha axivî: "Nexwe dema ku li Gazîentabê bombe hat teqandin, 56 welatiyên min wir şehîd ketin, dê kî bedêla wê yekê bide? Li Kilîsê dema ku nêzî 100î mirov şehîd ketin dê kî bedêla wê yekê bide? Wê çaxê çi dibêjin, 'dewlet li ku ye, hikûmet li ku ye' va ye ji bo ku em nehêlin ev van bibêjin wek hikûmet, wek dewlet çi hewce bike em ê bikin. Em divê Hataya xwe jî, Rihaya xwe jî, Gazîentaba xwe jî, Kilîsa xwe jî van deran hemû hildin bin temînatê. Em ji bo wê van pêngavan diavêjin û em ê ji niha pê ve jî biavêjin. Niha li El Babê hêzên me yên ewlehiyê, hêzên me yên çekdar, bi Artêşa Sûriyeya Azad re têkoşîna xwe berdewam dike, em ê berdewam jî bikin."
- Lûtkeya Astanayê
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Digel pêvajoya Cenevreyê ji bo agirbesta li Sûriyeyê der heqê pêvajoya Astanayê de dîplomasî tê kirin, gelo hêviya we ji pêvajoyê heye yan na û asta beşdariya civînê çi ye" wiha axivî: " Li Cenewreyê mixabin ku vala derket, çiqas civîn hatin kirin tu encam nehat bidestxistin û di dawiyê de di axaftina ku min bi Birêz Pûtîn re kir de wî Astana pêşniyazî me kir, got ku 'Hûn vê çawa dibînin.' Me got ku 'Ji alyê me ve tu pirsgirêk tune.' Ev Lûtkeya Astanayê dê bi beşdariya welatên cîranên herêmê bê kirin, lê heke rêxistinên terorê dawetî vê Lûtkeya Astanayê bikin tabiî em vê erênî nabînin. Niha ev kar di asta wezîrên karên derve de tên kirin."