02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk li dijî koma terorîstan ku li gundewariya Mêrdînê amadehiya êrîşê dikirin, operasyona esmanî kir û 5 terorîst berteref kirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê li gundewariya navçeya Dargeçîtê komeke terorîst ku li dijî hêzên ewlehiyê amadehiya êrîşê dikirin, hat tesbîtkirin.
Li ser vê jetên Fermandariya Hêzên Esmanî operasyon kir û 5 terorîst hatin berterefkirin.
Piştî operasyonê jet vegeriyan baregehên xwe.
- Terorîstek hat qefaltin, 6 terorîst jî hatin berterefkirin
Li Şirnex û Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî de terorîstek hat qefaltin, 6 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat sitandin, operasyon birin ser herêma Sapaca, Uludere-Akduman, Çiyayên Încebela Şirnexê di êrîşa li vir de terorîstek, li herêma Îdilê jî 5 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyona li Dargeçîta Mêrdînê hat kirin de jî terorîstek sax hat qefaltin.