01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ŞANLIURFA
Parlementera Şanliûrfayê ya HDPê Dîlek Ocalan di doza ku ji ber sûcdarkirina "kirina propoagandaya rêxistina terorê" dihat darizandin da 2 sal û 6 meh cezayê hepsê xwar.
Di rûniştina biryarê ya Mehkemeya Cezayê Giran a 5em a Şanliûrfayê da Sevda Çelîk Ozbîngola parêzera Ocalanê hazir bû.
Parêzer Ozbîngolê îdia kir, axaftina Kurdî ya ku bûye mijara doza muwekîla wê xeletî hatiye wergerandin û xwest ku kesekî pispor cardin axaftinê wergerîne.
Heyeta mehkemeyê daxwaza parêzerê red kir û ji ber sûcê "kirina propoagandaya rêxistina terorê" 2 sal û 6 meh cezayê hepsê da Ocalana HDPyî.
Dîlek Ocalan di 23yê sibata 2016an da li Wêranşehira navçeya Şanliûrfayê beşdarî cinazeyê Mehmet Yilmazê terorîstê PKKyî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê va hat berterefkirin, bû. Bi hinceta ku di konvoyê da hereketên wê "rêbazên rêxistina terorê ku tê da cebir, şîdet an jî tehdîd hene, meşrû daye nîşandan" û ji bo vê ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" heta 5 salan cezayê hepsê jê ra dihat xwestin.