Türkan Tosun
01 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê di çarçoveya projeya "Dahatûyeke Tenduristî Wê Bi Sporê Va Pêk Bê" 5 hezar û 120 xwendekarî perwerdeya xweşiqitandinê dît.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr par di meha mijdarê de perwerdeya xweşiqitandinê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xwendekarên di dibistanên li navenda bajêr û navçeyan de perwerdeyê dibînin serê sibê bi wesayîtan ve diçin Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê.
Xwendekar li vê navenda xweşiqitandinê ya ku raqima wê 2 hezar û 800 e ji hêla 12 mamosteyan vê tên perwerdekirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Veysel Durgun ji nûçegihanê AAyê ra got her roj 80 xwendekar û 4 rojên di nav hefteyê de perwerdeya xweşiqitandinê hildidin.
Durgun got ji mijdara par vir va 5 hezar û 120 xwendekarî perwerdeya xweşiqitandinê dîtiye, armanca wan ew e ku ew perwerdeyê bidin 10 hezar xwendekaran.
Durgun anî ziman heke rewşa hewayê lê bê, ew dixwazin heta meha nîsanê vê perwerdeyê bidin.