Abdullah Tel
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba diyar kir ku hejmara dibistanên li Rihayê di heyama desthilatdariya AK Partiyê da çar qat zêde bû û hejmara dibistanan heta dawiya sala 2018an wê bibe 20 hezar.
Fakibaba beşdarî bernameya fitarê ya ji bo xebatkarên Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr û miftîtiyê ku li Mala Mamosteyan a Rihayê hat organîze kirin bû û got ku di dema desthilatdariya partiya wan da di her qadê da pêşveçûn pêk hatin.
Wezîr Fakibaba ragihand ku li Tirkiyeyê ji bo baş perwerdekirina ciwanan kar û barekî mezin li ser milê mamosteyan e û wiha dewam kir: "Heyama bê wê bi destê ciwanan bê dîzaynkirin. Ji bo ku qelîteya perwerdeyê ya pêşerojê çêtir bibe em ê zêdetir bixebitin. Ji heyama Komarê heta dema desthilatdariya AK Partiyê li Rihayê 5 hezar û 213 dibistanên me hebûn ev reqam di dawiya sala 2018an da wê bibe 20 hezar. Hejmara dibistanên li Rihayê me di dema heyama AK Partiyê da bi qasî çar qatî zêde kir. Ev serfiraziyeke mezin e."