Abdullah Tel
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
KONYA
Konya wek navend li 11 bajarî di çarçoveya lêpirsîna têlefona bi ankesor a ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da ji bo 23 eskerên muzawaf biryara qefaltinê hat derxistin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Konyayê li dijî rêxistinbûna eskerî ya FETO/PDYê birêva dibe da ji bo 23 eskerên muzawaf ên hat tespîtkirin ku "abêyên mehrem" ên rêxistinê ji ser têlefona bi ankesor têlefonî wan kirine biryara binçavkirinê hat derxistin.
Hat hînbûn ku di nav gumanbaran da ji nav Stêrkên Tirk ên tîma akrobasiyê ya Hêzên Hewayî yên Tirk serbaz pîlotê hewayê A.O.A jî heye.
Li ser biryarê hêzên ewlehiyê Konya wek navend li 11 bajarî dest bi operasyona hevdem kir û pîlot A.O.A jî hat binçavkirin.