11 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Sererkanê Berê Orgeneralê teqawîdbûyî Necdet Ozel der barê îdiayên ku dibêjin ew û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser rehîneyên Konsolxaneya Mûsilê axivîne wiha got: "Îro di hin cihan de hat îdiakirin ku ez û Birêz Erdogan der barê rehîneyên Konsolxaneya Mûsilê de axivîne, lê ev bi tevahî derew e."
Orgeneralê teqawîdbûyî Ozel der barê îdiaya Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Dursun Çîçek a ku di çapemeniyê de cih digre daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ozel der barê îdiaya ku dibêjin 3 sal berê dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîr bû û ew axivîne, wiha got: "Îro di hin cihan de hat îdiakirin ku ez û Birêz Erdogan der barê rehîneyên Konsolxaneya Mûsilê de axivîne lê ev bi tevahî derew e."