Abdullah Tel
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
MADRÎD
Hikûmeta Rêveberiya Xwesar a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê li parlementoya herêmî ya Katalonyayê ji bo îlankirina serxwebûnê dest bi amadehiyan kir.
Serokê Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont li hemberî gavên hikûmeta Spanyayê yên ji bo rê li ber serxwebûna Katalonyayê bigire tên avêtin serî netewand û vexwendina axaftina li Senatoyê ya ji bo guftûgoyê ku wekî "yek rêya çareseriyê" dihat hesibandin jî qebûl nekir.
Di senatoyê da sibê bi biryara hikûmeta navendî ji bo sepandina xala 155emîn a Makezagonê wê hevdîtin û dengdayîn bên kirin. Li gor xalê hikûmeta rêveberiya xweser a Katalonyayê wê bikeve û herî zêde jî di nav 6 mehan da hilbijartin bê nûkirin. Ji Puigdemont hat xwestin ku bila fikr û ramanên xwe yên li dijî sepandina vê xalê di Senatoyê da parve bike.
Puigdemont di daxuyaniya xwe ya ji ser medyaya civakî weşand da got: "Em bi wan kesên xwe bi xwe birêvebirina (serxwebûna) Katalonyayê serobin dikin ra wextê xwe derbas nakin. Em di rêya xwe da dimeşin."
Çavkaniyan hikûmeta herêmî ya Katalonyayê destnîşan kirin wê ji Senatoyê ra nameyek bişînin û tê da qal bikin ku ew ji ber çi sedemê li dijî sepandina xala 155emîn in.
- Îlana serxwebûnê û pesendkirina xala 155emîn di heman rojê da ye
Hat ragihandin Lijneya Giştî ya Parlementoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê bi hewla partiyên alîgirên serxwebûnê ji ber biryara sepandina xala 155emîn a hikûmeta Spanyayê wê wek bersiv îro di saet 18.00î da bicive.
Tê payîn ku hevdîtinên di parlementoyê da heta sibê dewam bike û di encamê da jî erêkirina biryara serxwebûnê bê îlankirin. Heman roj li paytext Madrîdê Senato ji bo erêkirina sepandina xala 155emîn wê bicive.
Çapemeniya Spanyayê û Katalanê ragihandin ku hikûmeta rêveberiya xweser dixwaze di 27ê cotmehê da ji bo îlana serxwebûna ku îmzeya 72 parlementeran li binî ye ray biavêje.
Tê payîn ku di encamê da wê "erê" derbikeve û serxwebûn bê îlankirin lewra Alîkarê Serokê Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Oriol Junqueras di daxuyaniyeke dabû çapemeniya biyanî da gotibû ku hikûmeta Spanyayê ji bilî îlankirina komareke nû ji me ra tu alternatîf nehişt.