22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Gelek kesên navdar û hunermend piştgirî dan welatiyên ku li Kisikliyê hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê protesto kirin.
Protestoya welatiyan a ku li kolana Kisikliya Uskudarê li ber mala Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê kirin dewam dike.
- 650 komele û 37 federasyonan piştgirî dan protestoyan
Bernameya protestoyê ya ku hat kirin ji bo kesên ku di hewldana derbeyê da şehît ketin bi xwendina Qur'anê dest pê kir. Di bernameya protestoyê da nûnerên 650 komele û 37 federasyonan piştgirî dan protestoyan û destnîşan kirin ku li dijî derbeyê ne.
Di bernameyê da xeberdana Serokomar Erdogan a ku di kanaleke taybet da kir bi welatiyên ku li Kisikliyê civiyan dan guhdarîkirin.
- Kesên navdar û hunermend jî piştgirî dan
Gelek kesên navdar û hunermend jî piştgirî dan welatiyên ku li Kisikliyê hewldana derbeyê ya FETOya rêxistina terorê protesto kirin.
Serokê Weqfa Yekîtiya Kilûban Goksel Gumuşdag di xeberdana xwe da destnîşan kir ku hewldana derbeyê ya di şeva 15ê tîrmehê da li dijî yekîtî û bihevrabûna Tirkiyeyê û li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkan hatiye kirin.