Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
AGIRÎ
Li Bazîda navçeya Agiriyê beriya Cejna Remezanê, li goristanan xebatên paqijî û temîrê dan destpêkirin.
Ekîbên Midûriyeta Parq û Baxan û yên Midûriyeta Karûbarên Paqijiyê yên Şaredariya Bazîdê beriya eydê goristanan paqij dikin û kêmasiyan temam dikin.
Di çarçoveya xebatên ku seba welatiyên ku wê di eydê da biçin ziyareta gora xizmên xwe, hatin destpêkirin da goristana bajêr di serî da hemû goristanên li navçeyê ji aliyê ekîbên şaredariyê tên paqijkirin.
Piştî barana dawîn, çêre û gihayê li goristanan pir bilind bûne ku ekîb van gihayan bi makîneyan va didirûn.
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Bazîdê Ulaş Akhan diyar kir ku di hemû cejnan da gelek welatî berê xwe didin goristanan û diçin ziyareta gora xizmên xwe û wiha dewam kir, "Ji ber vê qasê em jî hewl didin û dixebitin ku goristanên me paqij bimînin û gelê me dema diçe ziyareta goristanan bira kevir û kuçik li piyên wan nekevin û bira rastî ciyekî paqij werin."