01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
ŞIRNAK
Dîmenên desteserkirina Emrah Naycî ku navê wî yê kod "Fedakar Cizîr" e û qaşo ji berpirsên rêxistina terorê PKKyê yê Gabarê ye û herwiha duh li Şirnexê hat girtin, derketin holê.
Duh di operasyona li çil û çiyayên gundê Demîrbogaz ê navçeya Guçlukonakê ku 2 terorîst kuştî hatibûn bidestxistin da kêliya desteserkirina Emrah Naycî di kameraya hêzên ewlekariyê da xuya kir.
Di dîmenan da wisa dixuyê, ji terorîstê ku li ciyekî bi dar û ber tê desteserkirin, ji ber îhtimala hebûna bombeyê, tê xwestin ku kincên xwe ji xwe bixe. Terorîst piştî ku kincên xwe derdixe, pêşiyê tê kontrolkirin û dû ra jî tê binçavkirin.
Ji aliyekî din va jî hêzên ewlekariyê yên ku beşdarî operasyonên li Çiyayê Cûdiyê û navçeya Gukçukonakê ku di encamê da 10 terorîst hatin berterefkirin bûbûn, vegeriyan baregehên xwe. Dema esker vegeriyan baregehên xwe, ji aliyê hevalên xwe yên esker va hatin pêşwazîkirin.
Fermandaran jî yek bi yek pîrozbahî li eskeran kirin. Dû ra eskeran bi hev ra Sirûda Tevgera Taybet xwend.