01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê ser herêmên Gara û Zapê operasyona esmanî kir û di operasyonan da 5 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li ser hesabê Twitterê yê Artêşa Tirkiyeyê der heqê operasyonên esmanî da daxuyanî hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê li bakurê Iraqê ser herêmên Gara û Zapê operasyona esmanî hat kirin û di operasyonan da sitargeh û depoyên muhîmatan yên endamên rêxistina terorê hatin îmhakirin.
Di operasyonan da 5 mensûbên rêxistina terorê yên ku amadehî dikirin ku êrîşî baregehan bikin, hatin berterefkirin.