Haydar Şahin
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
VİYANA
Sebastian Kurzê Serokwezîrê Awistiryayê got "di çarçoveya têkoşîna dijî Îslama siyasî da" biryar dan 7 mizgeftên li welêt werin girtin û melayên ku ji dervayê welêt tên fînansekirin jî werin dersînorkirin.
Serokwezîr Kurz, Heinz-Christian Strache Alîkarê Serokwezîr ê serokê partiya rastgir, Gernot Blumelê Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Herber Kîckiyê Wezîrê Karên Navxweyî di civîna çapemeniyê da biryarên "di çarçoveya têkoşîna dijî Îslama siyasî da" hatin dayîn eşkere kirin.
Serokwezîr Kurz diyar kir ku hin lêpirsînên li ser komele û mizgeftan dihatin meşandin hatin temamkirin, di vê çarçoveyê da xebatên 7 mizgeftan hatin qedexekirin, di heman demê da gelek melayên ji dervayê welêt tên fînansekirin jî ew ê werin dersînorkirin.
Blumelê Wezîrê Yekîtiya Ewropayê jî destnîşan kir ku ji mizgeftên ku xebatên wan hatin qedexekirin 6 heb yên Komeleya Alema Ereban a xwedî nêrîna selefîtiyê ne, ji van mizgefan fikr û ramanên tundrev belav dibin.
Wekî mayîn Blumel destnîşan kir ku mizgfteke Tirkan jî ji ber ku neteweperestiya Tirkan belav dike, bêyî destûra Cemaeta Îslamê ya Awistiryayê ya ku Mislimanên li welêt temsîl dike xebatan didomîne hat girtin.
Herber Kîckiyê Wezîrê Karên Navxweyî jî got ku ji bo betalkirina destûra mayînê ya 60 melayên di bin banê Yekîtiya Alîkariya Civakî û Çandî ya Îslamî ya Tirkan a Awistiryayê (ATÎB) da wezifeyê dikin pêvajo dan destpêkirin, sedem jî ew e ku ji derva tên fînansekirin.