Haydar Şahin
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
ÇANAKKALE
Platforma lêgerîna petrolê ya Bahamayê ya dirêjahiya wê 115 mêtre û berahiya wê 75 mêtre ye ji Geliyê Çeneqeleyê ra derbas bû.

Li gor agahiyên hatin sitandin, "Scarabeo 9"a platforma petrolê ya giraniya wê 36 hezar û 863 groston e li Tersxaneya Beşîktaşê ya li Altinovaya navçeya Yalovayê dihat temîrkirin ji bo here Bendera Port Saîdê ya Misrê derkete rê.
Platform îro di saet 06.30yî da kete Geliyê Çeneqeleyê, di saet 10.00an da gihîşte ber Çeneqeleyê. Ji bo ku platform ji gelî ra derbas dibe çûyîn û hatina keştiyan hat sekinandin.
Romorkorên "Kurtarma-1", "Kurtarma-9", "Kurtarma-10" ên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Peravê bi "KEGM-4" a bota texliyeyê hevalrêtiya platformê kirin û piştî ku platform derbas bû gelî ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin.